Harris Piştî Berbijarîya Fermî Roja Pêncşemê Cara Pêşî Hevpeyvînê Dide

Kamala Harris û Tim Walz li ser rexneyên Komarîyan û hin sazîyên medya wê roja Pêncşemê pirsên CNN’ê bibersivînin.

Komarîyan û hin sazîyên medya dîyar dikir ku berbijarên Demokratan nahêlin ku rojnamevan ji wan pirsan bipirsin.

CNN’ê ragihand ku wê bernameya bi Harris û Walz re bi saeta Amerîka di 21:00 de were weşandin.

Harris, piştî ku Serok Joe Biden li dû performansa xwe ya li hember berbijarê Komarîyên Donald Trump dawî li kempeyna xwe anî, bûbû berbijar û bernameya CNN wê hevpeyvîna wê ya pêşî be.

Berbijara seroktî ya Demokratan her çiqas dema kempeyna xwe hin pirsên rojnamevanan yên ser sîyaseta derve û polîtîkayên aborîyê bersîvandin jî heta niha hevpeyvîneke rûbirû yan jî preskonferanseke fermî çênekiriye.

Li ser vê rewşê berbijarê Komarîyan Trump, Harris rexne kir.

CNN ragihand ku pêşkeşkara wê Dana Bash wê hevpeyvînê ji eyaleta Georgia bi rêve bibe.

Harris hefteya borî, dema Kongreya Demokratîk ya Neteweyî bi awayekî berfireh ser rojeva sîyaseta xwe axifîbû.

Wê dîyar kir ku ewê li welêt jibo çîna navîn bacê daxe, li Gaza piştgirîya agirbestê û çareserîya du dewletî bike û dijî Rûsya û Koreya Bakur jî soza sîyaseteke xurt da.

Çaverê ye ku Harris ser dayîna hûrgilîyan bi hevpeyvîneke dijwar re rûbirû bimîne.

Trump di hefteyên dawî de preskonferans li dar xistin û hevpeyvîn dan, lê di wan de wî li şûna ku hûrgilîyan sîyaseta xwe bide bala xwe da ser rexnekirina rêvebirîya Biden.

Harris herî dawî Hezîran, piştî dîbeyta Biden û Trump jibo piştgirîya ser sîyaseta derve ya Biden hevpeyvîn da CNN’ê û di wê hevpeyvînê de qebûl kir ku Serokê Amerîkî ‘’destpêkeke sivik’’ kiriye.

Jêder: VOA