Cîgira Serokê Amerîkî Harris Serdana Xwe li Fransayê Didomîne

Cîgira Serokê Amerîkî Kamala Harris ligel Serokê Fransî Emmanuel Macron.

Cîgira Serokê Amerîkî Kamala Harris îro Pêncşemê tevlî Serokê Fransî Emmanuel Macron li Parîsê dibe jibo pîrozkirina Roja Agirbestê.

Ev merasîma li ber Kevanê Serkeftinê rêkeftina sala 1918’an di navbera hêzên Hevpeyman û Almanyayê de bibîr tîne ku bû sedema dawîkirina Şerê Cîhanê yê yekê.

Roja Çarşemê jî, Harris û hevjînê xwe Doug Emhoff serdana Goristana Surenses ya Amerîkî nêzîkî Parîsê kir û beşdarî merasîma danîna gulan jibo pîrozkirina Roja Agirbestê li Fransayê û Roja Leşkerên Dêrîn li Amerîkayê. Ew cih wan leşkerên Amerîkî pîroz dike ewên ku di herdu şerên cîhanî de jîyana xwe ji dest dan.

Serdana Harris bo Parîsê dikeve çarçoveya hewildanên baştirkirina peywendîyên sar di navbera herdu welatên hevalbend de. Wê û Macron roja Çarşemê di konfereanseke rojnamevanî de behsa derfetên hevkarîyê û destpêka qonaxeke nû kir.

Cîgira serokê Amerîkî got ku ew di nav van çend rojan de hêvî dike ku hevkarîyê berdewam bike û bala xwe nû bike da ku ev hevparîya di navbera herdu welatan de sûdê bigihîne gelên Amerîka û Fransa û herwiha gelê cîhanê.

Şîretvanê Harris, Symone Sanders, di daxuyanîyekê de got ku Marcon û Harris behsa hevkarîya derbarê ewlekarîya transatlantîk kir û wiha jî vedîtinên esmanî û amadekarîyên jibo pandemîyên siberojê.

Peywendî di navbera herdu welatan de daketin asteke nizim ya dîrokî li meha Îlonê dema ku Australia peymanek bi 65 milyon dolar jibo kirîna keştîyên binavî yên fransî betal kir û li şûna wê peymanek bi Amerîka û Brîtanya re îmze kir jibo çêkirina keştîyên binavî ku bi hêza navokî kar dikin.

Hêjayî gotinê ye ku Harris dê îro Pêncşemê nûnertîya rêvebirîya Biden li Foruma Aştîyê ya Parîsê bike û roja Înê jî dê beşdarî hilcivînekê derbarê Lîbyayê bibe.