Harris: Kuştina Sînwar jibo Îsraîlê Ser Pûçkirina Hamasê Gaveke Girîng E

Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris îro Pêncşemê ser kuştina Rêberê Hamasê Yahya Sînwarê got ku jibo Îsraîlê ser pûçkirinê wê rêxistinê gaveke girîng e.

Harris li Milwaukee ya Wisconsinê ji rojnamevanan re got ku dadmendîyê cîhê xwe dîtiye.

‘’Sînwar berpirsê kuştina bi hezaran mirovên bê guneh bû, qurbanîyên 7’ê Cotmehê û dîlên li Gaza jiber wî hatin kuştin.’’

Wê got ku bi kuştina Sînwar re niha fersend ketiye destê wan ku ew dawî li şerê Gaza bînin.

Harris dîyar kir ku ew hêvî dike ku nasên qurbanîyên Hamasê îro piçekî be jî rihet bikin.

İsrailê ragihand ku wê Serokê Hamasî Yahya Sînwar kuştiye.

Kuştina Sînwar, Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihand.

Îro Pêncşemê di hin nûçeyên herêmê de kuştina Sînwar hatibû ragihandin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyanîya xwe ya pêşî de dîyar kiribû ku ew ser tesbîtkirina nasnameyên 3 kesan dixebite.

Jêderên herêmî radigihînin ku Sînwar li başûrê Gaza di operasyoneke bejayî de hatiye kuştin.

Hamasê di rojên borî de li şûna Îsmaîl Hanîyeh yê li Tehranê hatibû kuştin Yaya Sîwar hilbijartibû.

Îsraîl, Sînwar wek yek ji rêbêrên êrîşên 7’ê Cotmehê dibîne.

Sînwar yê 62 salî, pirtir bi navê Ebu Îbrahîm tê nas kirin.

Jêder: AFP