Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris roja Çarşemê qebûl kir ku ew di hilbijartinên seroktîyê yên 2024’an de têk çûye.
Harris bi rêka telefonê serketina Serokê berê Donald Trump pîroz kir.
Wê li Zanîngeha Howard ya Washingtonê ji alîgirên xwe re got ku niha ne dema sekinandina têkoşînê ye.
Harris di axaftina xwe de got ku normal e ku ew xeyalşikestî û xemgîn be û got ku ew encamên hilbijartinan qebûl dikin, lê ewê têkoşîna xwe bidomînin.
Berbijara Demokrat dîyar kir ku têkoşîn wê li sindoqan, li dadgehan û qadên din yên giştî dewam bikin.
‘’Yek caran têkoşîn dirêj diajo, ew nayê wê wateyê ku emê bi ser nekevin.’’
Trump di hilbijartinên roja Sêşemê de bi ser ket û ket rêka seroka 47’an ya Amerîka.
Ew ji 7 eyaletên biryarder yên ku wek qadên şer dihatin dîtin li 5’an bi ser ket û li her du eyaletên din jî li pêş e.
Trump û berbijarê wî yê jibo cîgirîyê JD Vance, ku di dewra yekê de senatorê Ohio bû, wê di 20’ê Çileyê de jibo 4 salan dest bi kar bikin.
Kempeyna Trump ragihand ew dema bi Harris re axifîye jiber profesyonelî, hêzdarî û têkoşîna wê ew pîroz kiriye û her du rêberan li hev kiriye ku divê ew welêt li hev bînin.
Serok Joe Biden jî serokê hilbijartî Trump pîroz kir.
Qesra Sipî ragihand ku Biden, Trump vexwendiye ku di demeke nêz de serdana qesrê bike.
Li gor ragihandina Qesra Sipî, Biden wê îro Pêncşemê di axaftineke xwe de behsa hilbijartinan jî bike.
Jêder: VOA