Filistîniyên Gaza Ditirsin ku Piştî Kuştina Haniyeh Xwînriştin Bidawî Nebe

Wêneyê Haniye li pişt rêberên olî yên Îranî Ayatollah Xûmeynî û Ali Khamenei, di dema pêşkeşkirina gotarekê de li Tehran 30 Tîrmehê 2024.

Xelkê Gaza di tirsin û di wê bawerê de ne ku piştî kuştina Rêberê Siyasî yê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh dê agirbest çênebe û hewildan dê sernegirin û tevlihevî zêdetir bibin.

Herwiha tirsa berfirehbûna pevçûnên li Rojhilata Navîn zêdetir dibin.

Çend seatan piştî ku rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh li Îranê hat kuştin, niştecihên li Gaza ya dorpêçkirî, tirsa xwe anîn ziman ku mirina wî tenê dê şerê ku li Filistînê wêran dike dirêjtir bibe.

Wêneyek çarçovekirî yê Haniyeh di nav malên kavil û wêrankirî de li Gaza tê dîtin.

Şerê Gaza ku niha di meha xwe ya 10ê de pêk tê, anî bîra Filistîniyan, ku hêviyek hindik ji bo agirbestê heye dema ku Hamas û Îran sonda tolhildana ji Îsraîlê re ji ber kuştina wî didin.

Ji bo du cîranên berê yên Haniyeh li kampa penaberan ya Şat'iî li bajarê Gaza, mirina wî jibo wan pirsek taybet û kesane ye.

Niştecihên Gaza ji dema damezrandina rêxistina Îslamî di sala 1987an vir ve di dema serhildana yekem a Filistînê ya li dijî dagirkeriya Îsraîlê ya li Gaza û Kenara Rojava de, temaşeyî kuştina lîderên Hamasê li pey hev kirin û bûn şahidên gelek kuştinan.

Al Saati jibo kuştina Haniyeh got "Çi windabûn bû. Me yek ji xwe winda kir, ". Cîranê din yê bi navê Hachem El-Saati got, "Ev nûçe tirsnak e. Em hest dikin ku ew ji me re wek bavekî bû."

Fatima El Saatî dema ku nûçeya kuştina Haniyeh belav bû, ew di xew de bû.

Bi heman şêwe xelkê herêmê di 7ê Cotmeha sala borî de bi nûçeya Hamasê ya êrîşa ji nişka ve ya ser başûrê Îsraîlê ji xew hişyar bûn, ji wî çaxî heta niha şerê Gaza bi dijwarî dom dike.

Li gorî daneyên Îsraîlî, mîlîtanên bi pêşengiya Hamasê di dema êrîşê de 1200 kes kuştin û zêdetirî 250 rehîne bi xwe re birin Gazayê

Êrîşa 7’ê Cotmehê bû roja herî kujer di dîroka 75-salî ya Îsraîlê de, û ji wê demê ve bi êrîşên hewayî û topan û êrîşên bejayî li Gaz dixe ku di encamê de zêdetirî 39,000 kes hatin kuştin û pirranîya avahiyan wêran û kavil bûn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu soz da ku ew ê rêberên Hamasê bişopîne û grûpa ku ji sala 2007an vir ve Gaza birêve dibe hilweşîne.

Ramî Mihemed-Elî, 35 salî, zilamek ji taxeke bajarê Gaza ye, got, "Haniyeh ne ezîztir e ji dehan hezar şehîdên din, yên ku Xwedê şehadeta wan pîroz kirîye."

Jêder: Reuters