Rêberê Hamasê Hanîyeh li Tehranê Hat Kuştin

FILE PHOTO: Palestinian group Hamas' top leader, Ismail Haniyeh and Iran's Foreign Minister Hossein Amir Abdollahian attend a press conference in Tehran

Hamasê îro Çarşemê ragihand ku rêberê wan Îsmaîl Hanîyeh li Tehranê hatiye kuştin.

Wê rêxistinê dîyar kir ku Hanîyeh jibo beşdarîya li merasîma sondxwarinê ya serokê nû ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan bike çûye Tehranê.

Li gor ragihandinê rêxistinê, Hanîyeh li avahîyeke li Tehran ya paytext hatiye kuştin.

Pasdarên Şoreşa Îranê serê sibê ragihand ku êrîş serê sibê li dar ketiye û da zanîn ku di êrîşê de parêzvanekî Hanîyeh jî canê xwe ji dest daye.

Îsraîlê ser nûçeyên derbarê kuştina Hanîyeh hîn ti şirove nekiriye.

Kuştina Hanîyeh bi qasî 10 mehan li dû êrîşên 7’ê Cotmehê hat ku di wan êrîşan de Hamas ya bi piştgirîya Îranê li başûrê Îsraîlê 1200 kes kuştibûn û bi qasî 250 kes jî dîl girtibûn.

Piştî wan êrîşan şerê li herêmê gur bû ku li gor Wezareta Saxlemî ya Gaza di êrîşên Îsraîlê de heta niha pirtir ji 39,400 Filîstînî hatine kuştin.

Ew wezaret eşkere nake ku ji kuştîyan çend sîvîl û çend çekdar in.

Kenala Amerîkî Al hurra di platforma X'ê de wêne û dîmenên dawî yên Hanîyeh dema li yehran bû weşandin.

Al Hurra dinivîse dîmenên dawî yên Hanîyeh Rêberê baskê Siyasî yê Hamasê li Tehran berî nûçeya kuştina wî belav bibe. Ew bi rêberê olî yê Îranê Alî Xamineyî re kom bûye.

Hanîye sala 2017’an bû rêberê sîyasî yê Hamasê û sala 2019’an piştî ew ji Gaza derket li Qatarê wek sirgûn dima.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin li Fîlîpînan li ser pirseke rojnamevanan ya derbarê kuştina Hanîyeh got ku ew nikare ser vê mijarê ti agahîyê bide.

Austin dîyar kir ku girjîya li sînorê Îsraîl û Lubnanê fikaran çêdike û got ku ewê danûstandinên bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant û karbidestên din yên herêmê re bidomîne.

Wî got ku jibo pevçûn li herêmê belav nebin û berfireh nebin çi ji dest wan were ewê bikin.

Ofîsa Serokê Filîstînîyan Mahmud Abas ser kuştina Hanîyeh got ku ‘’kiryareke newêrek e û bi awayekî cidî gurkirina girjîyê’’ ye.

Tirkîyê kuştina Hanîyeh şermazar kir û dîyar kir ku bi kuştinê tê plan kirin ku şer li herêmê belav bibe.

Rûsya jî kuştina Hanîyeh şermezar kir û got ku ev ‘’kuştinkarîya sîyasî’’ nayê qebûl kirin.

Jêder: VOA/Al Hurra