Karmendê Konsulxaneya Amerîka ya Edenê, Hamza Uluçay Hate Berdan

Konsulxaneya Amerîka ya Edenê

Dadgeheke Tirk îro Çarşemê biryara berdana wergerê Konsulxaneya Amerîka ya Edenê, Hamza Uluçay da ku ji sala 2017an vir ve girtîbû.

Dadgehê, Uluçay bi sedema ‘’endambûn û piştgirîdana rêxistina terorîst ya çekdar’’ bi 4,5 nîv cezayê zindanê mehkum kir, lê jiber dema ku li girtîgehê mayî, ew berda.

Uluçay, ku pirtir ji 30 salan, li konsulxaneyê karê wergerê dikir di Sibata 2017’an de hatibû desteser kirin û 15 sal cezaya zindanê ji wî re dihat xwestin.

Serdozgerî di îdianameya xwe de gotibû ku Uluçay dijî operasyonên leşkerî yên li Nisêbîna Mêrdînê gel azirandiye û hewil daye ku gundîyan daxîne qadan.

Ajansa Reutersê da zanîn ku dadgehê biryara qedexeya rêwîtî dana ser Uluçay ku ew nikaribe ji Tirkîyê derkeve.