Swêd Cezayê Girtina 'Dirêjahiya Jiyanê' Dide Berpirsek Îranî

Swêd daghekirina Hamid Nouri bi tawana Cengê

Îro Pêncşemê dadgeha Swêd cezayê girtinê yê heta hetayê li berpirsekî Îranî birî yê ku bi tawana dest li gel sêdaredanên bi komel hebû sala 1988ê li Tehranê paytexta Îranê.

Dadgeha Stockholmê berpirsê berê yê Îranê Hamid Nourî yê (61 salî) tawabar dît, dema ku ew Cîgirê Serdozgerê Giştî yê alîkar bû li girtîgeha Kohardeş li nêzîk Tehranê, Nurî bi "tawanên metirsdar yên li dij yasaya navnetewî" û "tawanên kuştinê" tawanbar hat dîtin.

Di deqa cezayê Nourî de hatiye ku "Ew beşdar bûbû û destkîsî hebû li gel kesên din ku sêdaredanên bi kom li gor fermana Murşidê Bilind yê Îranê" pêkanêne.
Hamid Nourî li meha Tebaxa sala 2021 li Stockholm bo cara yekê hatbû dadge kirin, ev jî bûbû sedema têkçûna peywendiyên di navbera Swêd û Îranê de, û bûbû sedema derketina tirsê jiber tolhildana Îranê ji hin girtîyên rojavayî yên ku li Îranê desteser kirîne, ku di nava wan de du welatiyên Swêdî û du yên Îrlandî hebûn.

Nourî bi Tawana "tawankariyên dij yasaya navdewletî" hatiye tawanbar kirin, li gor yasaya Swêd ew tawan tê wateya tawankariyên dijî mirovayetî û tawanên cengê, herwiha "kuştin" di çarçova jinavbirina kesên opozisyon ku li girtîgeke li nêzî Tehran sala 1988ê pêkhatbûn.

Dadgeha Hamid Nouri li Stockholm

Ev jî cara yekê ye berpirsekî Îranê bi twanan sêderdanan tê tawanbar kirin bi taybet sêdaredanên ku li dij rêxistina "Mucahidî Xelq" ya opozisyona desthilata Komara Îslamî li Îranê ku wî çaxî rêxistin li Îraqê çalak bû û şereke di navbera Îran û Îraqê de hebû.
Hamid Nuri weke berevanê j welatheziya ew ceza şermezar kir û got ku ew komployeke ku "Mucahidî Xelq" dixwaze navê Şorişa Îslamî li Îranê reş bike, weke ew dibîje.

Roja 4ê Gulana borî, di rûnişta lêpirsînê ya dawiyê de dema ber bi dadgehê ve diçû û Quraan di dest bû got "Hêvîdarim azad bibim…Bi anhiya xwedê."

Li gorî dozgeriyê, wî çaxî Nourî Cîgirê Serdozgerê Giştî yê Alîkar yê girtîgeha Kohardeşt bû, wî fermana sêdaredanê daye, girtî veguhastine zîndan û veguhastine jorên sêdaredanê û navên girtiyan kom kirine.

Di nava dehan hezar kesên ku wî çaxî kom kirbûn şahid û gewahîdên sivîl hebûn ku Hamid Nourî nas kirine.

Çavkanî: AFP/RFE/RL