Hamas Dibêje di Êrîşên Esmanî yên Îsraîlê de 2 Dîl li Refahê Hatine Kuştin

Dîmeneke milîtanên Tûgayên El-Qassim, ku baskê çekdar yê Hamasê ne, Kerta Gaza, 11 Mijdar, 2019.

Baskê çekdar yê Hamasê, Tugayên El-Qassam îro Înê ragihand ku du rehîneyên Îsraîlî çend rojên berê di êrîşeke esmanî yê Îsraîlê de hatine kuştin.

Tugayên El-Qassam dîyar kir ku rehîneyên hatine kuştin li Refahê bûne.

Wê komê navê rehîneyên hatine kuştin eşkere nekir û ser kuştina wan ti delîl nîşan neda.

Komê di daxuyanîyê de dîyar kir ku hikûmeta Îsraîlê naxwaze ku rehîneyên di destên wan de sax vegerin.

Îsraîlê 8’ê Hezîranê di operasyona rizgarkirina rehîneyan de ji El-Nuseyrat ya li Gaza 4 rehîne rizgar kirin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, da zanîn ku di wê operasyonê de pirtir ji 250 Filîstînî hatine kuştin.

Şerê li Gaza piştî ku çekdarên Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê û li gor karbidestên wî welatî bi qasî 1200 kes kuştin pirtir ji 250 kes jî dîl girtin, gur bû.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dîyar dike ku di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 37,000 kes hatine kuştin.

Îsraîl dîyar dike ku ew bi operasyonan dixwaze gefên Hamasê pûç bike û rehîneyan rizgar bike.

Jêder: Reuters