Hamas Dibêje Ewê di Çend Rojên Pêş de Jimareke Dîlên Bîyanî Berde

MIDEAST-GAZA/TUNNELS

Tugayên El-Qassaml ku baskê yê Hamasê ye, îro Sêşemê ragihand ku wê di rojên pêş de hin dîlên biyanî yên di destê xwe de berde.

"Me navbeynkar agahdar kirin ku emê jimarek ji biyanîyan di çend rojên pêş de berdin," Ebû Ubeyda, berdevikê Tugayên El-Qassam, di peyameke vîdyoyî de got.

Tê texmîn kirin ku li Gaza derdora 240 dîl di destê Hamasê de ne, piştî ku koma çekdar di 7’ê Cotmehê de êrîşî başûrê Îsraîlê kir, ew revandin û 1400 kes jî hatin kuştin.

Wek bersîva Hamasê Îsraîlê jî dest bi êrîşên tund yên ser Gaza kir, ku karbidestên Filistînî dibêjin heya îro 8525 kes hatine kuştin.

Karbidestên Îsraîlî dibêjin ku di êrîşa Hamasê de 1400 kes hatine kuştin û 239 kes jî dîl hatine girtin.

Karbidestên Îsraîlî bawer dikin ku kesên dîl di tunelên Hamasê yên li Gaza de têne weşartin.

Hamasê heta niha bi navbeynkarîya Misir û Qatarê 4 kesên dîl serbest kirine û dîleke din jî do bi operasyona artêşa Îsraîlê hat rizgar kirin.

Jêder:AFP