Gelo Hamas Ofîsa Xwe ya Sîyasî Anîye Tirkîyê?

Erdogan û rêberên Filîstînî li qesira seroktîyê (Arşîv)

Li gor nûçeya rojnameya Times of Israel, hin berpirsên Hamasê ku Qatarê dersînor kiribûn, derbazî Tirkîyê bûne. Di nûçeyê de tê îdia kirin ku rêberên Hamasê li Tirkîyê hatine vexwendin û buroya sîyasî ya rêxistinê hatîye veguhestin.

Ev îdia ji alîyê Wezareta derve ya Tirkîyê û Hamasê ve hatin red kirin, lê dîsa jî li Tirkîyê hin guman û fikar hene ku tiştekî wisa bibe.

Desthilatî her çiqas vê yekê wek derew nîşan dide jî, opozîsyona Tirkîyê bi guman li mijarê dinêre.

Pisporên ku ji Dengê Amerîka re axifîn, armanca van îdîayan wek zêdekirina zextên sîyasî li ser Tirkîyê û Hamasê nîşan didin.

Pisporê Polîtîkayên Ewlekarîyê Abdullah Agar dibêje ku Hamas dikare li welatên wek Qatar, Îran, Lubnan, Sûrîye û Tirkîye cîh bibe.

“Têkilîyên Tirkîyê bi Hamasê re bi awayekî polîtîk çêbûye, lê ti têkilîya wê bi alîyê leşkerî re tune ye, ev têkilîya Tirkîyê bi piştgirîya Îranê pêş dikeve. Li Tirîyê cîhbûna Hamasê ne di rojevê de ye.”

Agar, li ser têkilîyên Tirkîyê û Amerîka jî dibêje ku her du dewlet di nav sîyaseteke hevsengîyê de ne.

“Enqere bi çavdêrîya têkilîyên xwe yên bi Amerîka re sîyaseta hevsengîyê dimeşîne. Lê gelo di demên pêş de, di dema danûstandinên bi Amerîka re, wê dîmeneke nû li ser vê mijarê derkeve holê yan na? Lê heta niha ti nîşaneya vê yekê tune ye.”

Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîka Matthew Miller di nirxandina xwe ya derbarê mijarê de bal kişandibû ser polîtîkayên Tirkîyê yên derbarê Hamasê.

“Emê bi eşkereyî ji hikûmeta Tirk re bibêjin ku di derbarê Hamasê de tiştên wek berê nikarin bidomin. Em bawer dikin ku rêberên rêxistineke terorîstî divê li tu derê, di nav de bajarekî mezin yê hevpeymanên me yên girîng nikaribin bi rihetî bijîn.”

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît jî bawer dike ku sîyaseta Tirkîyê ya derbarê Hamasê, bê erêkirina Amerîka bi awayekî serbixwe ne pêkan e.

“Xuya nake ku Tirkîye di vê mijarê de serbixwe tevbigere. Ger Amerîka qebûl neke, nabe ku Tirkîye ofîsa sîyasî ya Hamasê qebûl bike. Jiber ku Tirkîye hevalbenda NATO ye û hevkareke girîng ya Amerîka ye. Tê dîtin ku li gor pîvanên Amerîka tevdigere. Ev polîtîkaya Tirkîyê ya hemberî Hamasê nîşan dide ku ji alîyekî ve di navbera parastina rêxistinê û li alîyê din jî li gor Amerîka tevdigere û hewil dide ku hevsengîyê ava bike. Ger Hamas ji Qatarê were derxistin, navnîşan wek Îran dîyar dibe.”

Hêjayî gotinê ye ku karbidestên Qatarê ragihand ku ofîsa sîyasî ya Hamasê ya li wî welatî bi timdemî nehatîye girtin, lê wan zêde kir ku rêberên Hamasê yên ku li ser agirbestê danûstandin kirin, êdî ne li Dohayê ne.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_11_20_2024_Hamas_Tirkiye