Hamas Dibêje Ew Xwedî 'Şiyaneke Bilind e' Ku Şerê Gazayê Bidomîne

Karbidestê payebilind yê Hamasê Osama Hamdan

Karbidestê payebilind yê Hamasê Osama Hamdan roja Yekşemê ji AFP re got ku koma îslamî ya Filistînî xwedî derfetên guncaw e ku şerê bi Îsraîlê bidomîne, tevî windahîyên komê yên di şerê zêdetirî 11 mehan de li Gazayê.

"Berxwedan xwedî kanîneke xurt e ku berdewam bike. Şehîd hebûn û fedekarî jî hebûn. lê di berdêla wê de hebûna tecrûbeyan û beşdarbûna nifşên nû di nava berxwedanê ne jî hebûn," Hamdan di hevpeyvînekê de li Stenbolê ji AFP re got.

Daxuyanîyên Hamdan kêmtir ji hefteyekê hatin, piştî ku wezîrê berevanîyê yê Îsraîlê Yoav Gallant got ku wek pêkhateyek leşkerî li Gazayê, Hamas "êdî tune ye", ku êrîşa wê ya 7’ê Cotmehê bû sedema şer.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dest bi operasyonên leşkerî yên tolhildanê kir, jibo tunekirina Hamasê piştî êrîşa komê li başûrê Îsraîlê, ku bû sedema kuştina 1205 kesan, li gor daneyên fermî yên Îsraîlê.

Di Operasyona leşkerî ya Îsraîlê de, herî kêm 41 hezar û 206 Filîstînî li Gazayê hatine kuştin, li gor daneyên wezareta saxlemîyê ya herêma di bin kontrola Hamasê de, ku ferqa kuştinên sivîl û mîlîtanan nake.

Hamasê di 7’ê cotmehê de 251 kes jî wek dîl revandin, 97 ji wan hîn li Gazayê girtî ne, dema ku artêşa Îsraîlê dibêje ji wan 33 mirî ne.

Netanyahu rûbirûyê zexta tund ya navxweyî ye, da ku bi Hamasê re peymanek îmza bike ku di berdêla berdana girtîyên Filîstînî de, dîl werin azadkirin.

Di hevpeyvîna roja Yekşemê de, Hamdan got ku Amerîka, piştgira leşkerî ya herî girîng a Îsraîlê ye, jibo ferzkirina tawîzan ji Netanyahu re bi têra xwe naxebite ku dawî li vê xwînrijandinê bîne.

"Rêvebirîya Amerîka zexteke têr û guncaw li ser alîyê Îsraîlê nake. Di şûnê de hewl dide ku qebûlnekirina alîyê Îsraîl ji pabendbûna ser her tawîzekî her rewa bike," Hamdan got.

Di du preskonfêransan de de piştî ku karbidestan kuştina şeş dîl di destpêka vê mehê de ragihandin, Netanyahu got ku Hamas lihevkirinê red dike û li ser xalên mayî soz da ku wê "tawîzan nede".

Netanyahu herwiha ragihand ku di operasyona leşkerî ya Îsraîlê de "zedetirî 17 hezar" mîlîtanên Hamasê hatine kuştin.

Jêder: AFP