Hamas Dibêje jibo Berdana Dîlên li Gaza Divê Agirbest Hebe

Hamas îro Înê got ku berdana kesên dîlgirtî girêdayî agirbesteke li Gaza yê.

Rêvebirekî Hamasê yê bi navê Ebu Hamîd ji rojnameya Rûsî Kommersant re got ku dem hewce ye ku ew bikaribin cîhên hemî kesên dîlgirtî bizanin.

"Bi dehan kes hatine desteser kirin ku piranîya wna sivîl in. Jibo ku em cîhê wan li Kerta Gaza bibînin û wan berdin, pirtir dem hewce ye.”

Ebu Hamîd îdia kir ku ji roja yekê ya şer vir ve armanca Hamasê berdana sivîlên dîlgirtî bû û wan heta niha 4 dîl azad kirine.

“Lê, jibo cîhanîna vî karî rewşeke aram pêdivî ye jiber ku di bombebarana Îsraîlê de heta niha 50 dîl hatine kuştin,” Ebu Hamîd of the prisoners.

Îsraîl dibêje ku ew amadekarîya operasyoneke bejayî li hember Gazayê dike, lê Amerîka û dewletên Erebî paşxstina wê operasyonê dikin ku pirtir sivîl neyên kuştin.

Artêşa Îsraîlê berê ragihandibû ku di destê Hamas û komên din yên çekdar yên Filîstînî de herî hindik 224 dîl hene.