Hamas Dibêje Ew ji Agirbestê re Amade Ye

Karbidestekî payebilind yê Hamasê îro Înê ragihand ku ew jibo agirbesta Gaza hazir in.

Endamê buroya sîyasî ya Hamasê ya li Doha Bassem Naîm bang li Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump jî kir ku ser Îsraîlê zextê çêke.

‘’Hamas bi şertê ku agirbestek were pêşnîyar kirin û Îsraîl jî li gor wê tevbigere hazir e ku li gor wê agirbestê bimeşe.’’

Wî bi berdewamî got ku ew bang li Trump û rêvebirîya Amerîka dike ku jibo Îsraîl dawî li êrîşkarîya xwe bîne li ser wê zextê bikin.

Banga Basem Naîm di vê demê de tê ku Qatar ji navbeynkarîyê vekişîye.

Qatarê, ku jibo piranîya buroya sîyasî ya Hamasê mazuvanîyê dike, hefteya borî bang li hemî alîyan kiribû ku jibo agirbestê cidîyetê nîşan bidin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, îro Înê ragihand ku hejmara kuştîyên êrîşên Îsraîlê nêzî 44,000’î bûye.

Filîstînî û Îsraîlî bi dehan sal in şer dikin, lê pevçûnên dawî bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê yên li başûrê Îsraîlê re gur bûn.
Îsraîl dide zanîn ku di wan êrîşan de 1200 kes hatine kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatine girtin.

Jêder. AFP