Berpirsekî Hamasê Dibêje Ew li Gaza Agirbesteke Kindemî Red Dikin

Berpirsekî payebilind yê Hamasê roja Pêncşemê dîyar kir ku kom ti pêşnîyarekê jibo rawestandina demkî şerê li Gazayê wê qebûl nake û li jibo agirbesteke mayînde israr dike.

"Ramana rawestana demkî ya şer tenê jibo piştre domandina êrîşan e, ku li ser vê yekê me berê helwesta xwe eşkere kirîye. Hamas piştgirî dide dawîkirina şer ya mayînde, ne ya demkî," Tahîr el-Nunu, berpirsê payebilind yê Hamasê ji AFP re got.

Jêderekî din jî ji AFP re got ku navbeynkar dixwazin agirbestek "kêmtirî mehekê" li Gazayê, pêşnîyarî Hamasê bikin.

"Serokê Mossad David Barnea, berpirsê CIA Bill Burns û serokwezîrê Qatarê Duşemê li Dohayê ser pêşnîyara agirbesteke "kêmtirî mehekê" gotûbêj kirin, " jêderê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got.

Heman jeder dîyar kir ku di nav pêşnîyarê de, pêguhertina dîlên Îsraîlî û Filîstînî yên li girtîgehên Îsraîlê û zêdekirina alîkarîyên jibo Gazayê jî hene.

"Karbidestên Amerîkî bawer dikin ku ger agirbesteke kindemî pêk were, dibe ku rê li ber peymaneke mayînde vebe. Lê, heta niha ti pêşnîyar negiheştîye destê me.”

Nunu got ku ger planek were ber destê wan, ewê bersîvê bidin, lê wî daxwazên wan yên berê dubare kirin.

"Agirbesteke mayînde, bi vekişîna (hêzên Îsraîlê) ji Gazayê, vegerandina derbidera, alîkarîya mirovahî ya pêdivî ji Gazayê re û peymaneke cidî ya pêguhertina girtîyan pêkan e," wî got.

Serokê Hizbullahê yê nû Naîm Qasim roja Çarşemê gotibû ku ewê heta ku şertên agirbestê, ku ew qebûl dikin werin pejirandin, şerê Îsraîlê li Lubnan û bakurê Îsraîlê bidomînin.

Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mikatî jî roja Çarşemê gotibû ku pêkan e di nav çend rojên pêş de peymaneke agirbestê ya bi Îsraîlê were ragihandin.

“Min bawer nedikir ku heta piştî hilbijartinên seroktî yên Amerîk ya 5ê Mijdarê peymanek pêk were. Lê, piştî axaftina xwe ya piştî ku roja Çarşemê bi nûnerê Amerîka jibo Rojhilata Navîn, Amos Hochstein re ez hêvîdar im,” Mikatî got.

Ji alîyê din ve, karbidestên payebilind yên Qesira Sipî Brett McGurk û Amos Hochstein îro serdana Îsraîlê dikin û li ber e ku bi karbidestên Îsraîlê re mijarên mîna peymanên agirbestê li Gaza û Lubnanê û azadkirina dîlên destê Hamasê gotûbêj bikin.

Jêder: AFP