Hamas Navên 3 Dîlên ku Sibê Tên Berdan Eşkere Kirin

Hamas îro Înê ragihand kir ku li gor mercên agirbesta bi Îsraîlê re, ewê sibê Şemîyê 3 dîlên din: Iair Horn, Amerîkî yê Îsraîlî Sagui Dekel-Chen û Rûsî yê Îsraîlî Aleksandre Sasha Troufanov berde.

Her sê dîl di 7’ê Cotmeha 2023’yan de ji hêla çekdarên Hamasê ve li Kibbutz Nir Oz, ku yek ji wargehên li nêzî Kerta Gazayê, hatibûn girtin. Birayê Iair Horn, Eitan jî di heman demê de hatibû revandin û ew hîn jî girtî ye.

Hamas ragihand ku ew li bendê ye ku Îsraîl wê di berdêla van 3 kesan de 369 girtî û mehkûmên Filîstînî berde.

Ragihandina navan ya ji alîyê Hamasê ve, piştî ku wê komê ragihandibû ku ewê jiber binpêkirina agirbestê ya ji hêla Îsraîlê ve, berdana dîlan bisekinîne.

Navbeynkarên Misirî û Qatarî hewileke xurt dimeşand ku lihevkirina bi piştgirîya Amerîka zindî bihêlin.

Ji daxuyanîya Îsraîlê dîyar nebû ku qebûl dike agirbest wek plankirî didome.

Lê, ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu ragihand ku Îsraîlê ev lîsta navan wergirtîye.