SOHR: Li Başûrê Hama 21 Leşkerên Artêşa Sûrîyê Hatin Kuştin

Ensar El-Tevhîd yê girêdayî El-Qaydê berpirsîya êrîşa li Îdlibê, ku dijî Artêşa Sûrîyê li dar ketibû, girt ser ser xwe.

Karbidestekî Artêşa Sûrîyê ji medya fermî re ragihand ku di êrîşê de jimarek kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku di êrîşa li başûrê Hama de, ‘’21 leşkerên rejîmê û 5 endamên Ensar El-Tevhîd’’ hatine kuştin.

Wezareta Derve ya Sûrîyê bi daxuyanîyeke ji Facebookê êrîş şermezar kir.

Rûsya û Tirkîyê di meha Îlonê de li hev kiribûn ku li Îdlibê heremeke aram çêkin, lê girjîa li herêmê di rojên dawî de careke din gur bûye.