Haley: Ger Şer Çêbe Koreya Bakur Dê bi Temamî ji Holê Rabe

Amerîka, piştî muşeka dawî ya Koreya Bakur bang li hemî welatên cîhanê kir ku peywendîyên xwe bi Pyongyangê re qut bikin.

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley dîyar kir ku divê bi taybetî Çîn dijî Koreya Bakur gavên berçav biavêje.

Haley da zanîn ku Serokê Amerîka Donald Trump ji hevtayê xwe yê Çînî Şi Jinping xwestîye ku êdî petrolê nefiroşe Pyongyangê.

Haley di axaftina xwe ya li Civata Ewlekarî ya NY got ku ‘’Em pevçûnan naxwazin, lê ger şer derkeve ewê Koreya Bakur bi temamî ji holê rabe’’

Qesra Sipî jî bi daxuyanîyekê ragihand ku Serok Trump bi Jinping re li ser telefonê axifîye û ji wî xwestîye ku Koreya Bakur îqna bike ku provokasyonên xwe rawestîne.

Çîn, hevalbendê herî mezin ya Koreya Bakur e û her du dewlet bi hev re bazirganîyê jî dikin.