Di Salvegera 30'an ya Jenosîdê de Birînên Helebce Hîn Kûr In

Monumenta bajarê Helebce

30 sal derbas bûn, lê hê jî birîna Helebce nehatiye derman kirin. Birîndarên wê li benda çareseriyek baş in, gelek wendayî nehatin dîtin û bajêr ji jahrên kîmyabaranê nehatiye paqij kirin.

Roja 16'ê Adara sala 1988'an rejîma Saddam Huseyîn di dema şerê Îraq û Îranê yde, bi firoke û topan êrîşa gazên kîmyayî yên wek xerdel û sarîn li ser xwecihên bajarê Helebce barandin.

Li gor çavkaniyên bawerpêkirî yên herêmê û sazîyên bîyanî ku li ser dosya Helebce kar kirine, 5,000 kes di êrîşên kîmyabaranê de jîyana xwe jidest dan ku piraniya wan zarok û jin û kal bûn.

Tê gotin ku jiber bandora gazên kîmyayî saxlemîya heta 10,000 kes têk çûye û gelek ji wan heta niha giran nexweş ketine.

Qurbaniyên kîmyabarana Helebce û kes û karên wan her sal bîranîna Helebce encam didin.

Berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yên Îraqê beşdar dibin, soz didin ku çareserîyan bo birîndaran bibînin, zîyanên gihane xwecihên bajêr bên dayin, lê ew soza bi cî nayên.

Nûnertêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê îsal bi konferansekê salvegera 30'an ya Helebce bi bîr anî.

Yek ji nexweşên kîmyabarana Helebce Mihemed Ezîz ku di konferansê de amade bûbû, behsa hûrgilîyên bistika kîmyabarnê dike, çaxê artêşa Saddam bi firoke û topan êrîşa kîmyayî li dijî Helebce encam daye.

"Dema êrîşa pêşîn pêk hat, demjimêr 11:15'ê danê sibeha 16'ê Adarê bû. Pêşî teqîn li esmana pêk hatin, heta seat çarê êvarê berdewam bû, pêşî me nedizanî, lê şûn de em hîn bûn ku çekê kîmyayî hatiye bikar anîn ".

Mihemed Ezîd jiber ku, yek ji wan birîndarên birîna wan giran bû, gihandin Tehran, ji wêd erê hinartin Almanya û paşî ew anîn Amerîka.

Ezîz demekw dirêj e li bajarê Nashville dimjî, lê dîsa tendirustîya wî hêjî nebaş e.

"Rewşa min jiber ku xerab bû, doktoran sala 2000'an cîhazek oksijenê dan min. Ji sala 2009an heta niha divê 24 seatan ev cîhaz bi min re be. Niha li Helebce nêzîkî 700-800 birîndar hene û çareserîya wan tune ye".

Yerîvan Said

Yerevan Saîd ew jî yek ji qurbaniyên kîmyabarana Helebce ye û li Washington DC dijî. Saîd jibo bîranîna 30'an ya Jenosîda Helbecê fermî hatibû vexwendin, lê wî konferans boykot kir.

Di bersîvdana pirseke Dengê Amerîka de Saîd got sedema nebeşdariya wî sîyaseta Herêma Kurdisyanê ya hember Helebce ye.

"Bi şêweyeke sîstematîk Helebce û xelkê wê, ji alîyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye mandila kirin, sozên ku ji qurbanîyan re hatine dayîn, nayên bicî anîn. Sozên beşdarîkirina nûnerên Helebce dîsa nehatine bi cî anîn,: Loma min jî konferans boykot kir.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna ligel Qurbanîyê Qirkirina Helebce, Mihemed Azîz

Miheme Ezîz birîndarê Kîmyabarana Helebce.