59 malbat û xizimên DAIŞ’ê yên Sûrî roja Çarşemê ji kampa Holê hatin derxistin û ber bi Sirîn a herêma Firatê ve hatin şandin.
Berpirsê nivîsgeha derketinê li kampa Holê Mûnîr Mihemed ji Dengê Amerîka re got ku malbatên ku di vê care de hatine derxistin ji 202 kesan pêk tên û ew ji nahîya Sirînê ne.
''Îro danê sibê me 59 malbat û bi giştî 202 kes ji kampê derxistin û şandin Sirînê. Emê li gor biryara Rêvebirîya Xweser derxistina malbatên Sûrî ji kampê bidomînin. Em ti kesî bi zorê dernaxin û kesên ku naxwazin derkevin jî dikarin li kampê bimînin,” Mihemed got.
Di mehên borî de pirtir ji 4 hezar Sûrî ji kampa Holê hatine derxistin ku hejmara wan ya li kampê bi giştî dora 16 hezar e.
Kes û malbatên ku ji kampê derdikevin, berîya derketinê belge û nasnemeyên xwe pêşkêşî rêvebirîya kampê dikin û pê re lêkolînên ji alîyê hêzên ewlekarîyê têne kirin.
Edulrehîm Elelî yek ji wan kesan e ku di gera dawîyê de ji kampê derket, got ku ew ji bajarê Şiaava yê Dêrezorê ji kampa Holê re hate veguhastin û ew piştî sê salan ji kampê derdikeve.
''Belgeyên min ji mêjve di arşîvê de ne. Dema ku biryara derketina koma Sirînê hat ragihandin min navê xwe tomar kir, ez nizanim dema ku ez herim wê derê çi karî bikim''.
Hêjayî balkişandinê ye ku piştî biryara Rêvebirîya Xweser, nêzî 4 hezar malbatên Sûrî û herwisa 100 malbatên Îraqî ji kampê hatin derxistin.
Tevî nerazîbûna beşeke mezin ji rûniştvanên deverê, Rêvebirîya Xweser dibêje ku derketina malpatên DAIŞ’ê yên Sûrî wê berdewam be jiber ku derfetên wan tuneye ku bi hezaran kes xwedî bikin.
Your browser doesn’t support HTML5