Serokê HAK-PAR Kaplan Dibêje Ewê bi Serê Xwe Têkevin Hilbijartinê

Duzgun Kaplan

Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Duzgun ragihand ku ewê bi tena serê xwe beşdarî hilbjiartinên 14 Gulanê 2023’yan bibin.

Kaplan bangî Kurdan kir ku di hilbijartinê de piştgirîya wan bikin.

“Her du hevpeymanî li ser dijberîya Kurdan pêk hatiye loma em wan her duyanred dikin û jibo çarerserîya pirsgirêka Kurd dibêjin werin piştgirîyê bidin HAK-PAR’ê.”

Li gor pêzanînên Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) li Tirkîyê ser 120 partî hatine damezirandin û di nav wan de jî 36 partî mafê beşdarbûna hilbijartinê bi dest xistiye.

Ji van partîyan yek jî HAK-PAR e ku li 41 bajarên Tirkîyê rêxistinbûna xwe temam kiriye û xwe ji hilbijartinê re amade dike.

Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Duzgûn Kaplan li navenda partîya xwe got ku ewê di vê hilbijartinê de alîkarî nedin ti tifaqan û bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinê bibin.

“Em bang li gelê Kurd û kesên demokrasî û azadîxwaz dikin ku werin nava HAK-PAR’ê. Derîyê me ji wan re vekirî ye. Niha li hember Kurdan du blokên serekî hene, em jî li hemberî wan di vê hilbijartinê de dixwazin bibin dengê Kurdan.”

Kaplan dîyar kir ku heta niha van her du tifaqan jî jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd ti proje pêk neanîne.

Kaplan îdia kir ku armanca her du tifaqan tenê kursî ye û pêdivîya Kurdan bi dengekî nû heye.

“Sîyaseta Kurd hewceyî guhertinê ye. Di nava 45 salan de baş dîyar bû ku şer çareserîyê nayîne û PKK û dewletê ev yek baş dît. Loma jî divê dengekî nû hebe û ev jî dengê aştî û demokrasî be. Kurd ne bê alternatîf in û HAK-PAR dengê û partîyan hemû Kurdan e.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) partîya Kurdan ya herî xurt e û ew bi hin partîyên çep re, di Hevbendî Ked û Azadîyê de cîh digire.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_14_03_2023_HAK_PAR.mp3