Îro Salvegera 35'an ya Qirkirina Helebce Ye

Halabja

Îro, 16'ê Adarê, salvegera Qirkirina Helebce ye ku 35 sal berê Saddam Huseyîn fermana êrîşên kîmyayî li ser bajarê Helebcê dabû.

Di wê êrîşê de nêzîkî 5,000 jin, mêr û zarok hatibûn kuştin û bi hezaran kes jî bi giranî birîndar bûbûn.

Loma, ev roj her sal wek Roja Bîranîna Qirkirina Helebce tê borandin û qurbanîyên wê qirkirinê tên bîranîn.

Pismamê Saddam Huseyîn, Elî Hesen El Mecîd wê êrîşê bi rêve birîbû û loma jî wek bi navê ‘Elî Kîmyawî’ navdar bûbû.

Kurd jibo bîranîna qurbanîyên Qirkirina Helebce, merasîmên taybet li seranser cîhanê li dar dixin û li Herêma Kurdistana Îraqê jî hemwelatî jibo pênc deqeyan bê deng dimînin.

Êrîşa Helebce, beşek ji operasyonên 'Enfal’ ya Saddam Huseyîn bû ku bi hezaran Kurd hatibûn kuştin û birîndar kirin û gelekên din jî ji warên xwe hatibûn qetandin.

Dadgeheke Îraqî Elî Hesen Mecîd jiber rola wî ya di komkujîya Helebce de bi tawanên li dijî mirovahîyî mehkum kiribû û ew di sala 2010'an de hatibû darve kirin.