Guterres bo Bakurê Sûrîyê Banga Aramîyê Dike

Berdevikê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku Guterres daxuyanîyên dawî yên ser bakurê Sûrîyê bi endîşe dişopîne.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Guterres bang li hemî alîyan dike ku bi awayekî aram û aştîyane tevbigerin.

Li gor daxuyanîyê, Guterres dide zanîn ku divê sîvîl werin parastin û rê li ber alîkarîyên bo sîvîlan neyê girtin.

Berdevikê Guterres herwiha dîyar kir ku bo çareserkirina kêşeya Sûrîyê, rêka mayînde peyvajoya sîyasî ya bi çavdêrîya NY’ê ye.