Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Çarşemê dîyar kir ku sekreterê giştî Antonio Guterres û serokê Rûsya Vladimir Putin di prensîbê de li hev kir ku sivîlan ji kargeha Azovstal dorpêçkirî li Mariupol ya Ukrayna derxînin.
"Guterres û Putin di hevdîtina do Sêşemê ya li Kremlînê pêşnîyarên alîkarîyên mirovî û derxistina sivîlan ji herêmên şer, bi taybet jî rewşa Mariupolê gotûbêj kirin," verdevikê NY Stephane Dujarric got.
Wî da zanîn ku NY û Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor (ICRC) wê peyvajoua derxistina sivîlan ji Mariupolê bi rê ve bibin.
Kargeha pola ya Azovstal jiber êrîşên Rûsî ve hema hema bi tevahî hatiye hilweşandin, lê ew wek xala dawî ya berxwedana Ukraynî ya li Mariupolê ye.