Guterres Banga Zêdetir Derxistina Dexilûdan yên ji Ukrayna Dike

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres û Wezîrê Binesazîyê yê Ukrayna Oleksandr Kubrakov li bendera Odessa ya li başûrê Ukrayna, 19 Tebax,2022.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Înê serdana bendera sereke ya Odesa li Derya Reş ya li başûrê Ukrayna kir.

Li gor peymana navbera Moskow û Kîevê, ku bi navbeynkarîya NY û Tirkîyê di 22’yê Tîrmehê de li Stenbolê hatibû îmza kirin, Bendera Odessa bo jinûve destpêkirina derxistina dexilûdana Ukraynî tê xebitandin.

Guterres li bendera Odesa çavdêrîya xebatên derxîstina dexilûdanên Ukraynî kir û ji karbidestan agahî girtin.

Wî li bendera Odesa pesna peymanê da û got ku hîn li pêşîya wan gelek kar mane ku berhemên xwarinê yên Ukraynî û yên xwarin û berhemên kîmyayî yên Rûsî bigehînni seranser cîhanê.

"Ev peymanek di navbera du alîyan de ye ku di nav pirgirekeke dijwar de ne. Peyman gelek berfireh û pîvanên ve bêhempa ye. Lê, hîn jî rêyeke dirêj li pêş me ye," Guterres got.

Wî anî ziman ku welatên pêşketî bo kirîna genimên wiha hewcedarî alîkarîyê ne. "Divê giheştina xwarin û gûbreyên (zibil) jibo çandinî yên Rûsî ji bazarên cîhanê re neyên asteng kirin û divê toleyên di wî warî de werin rakirin."

Guterres bang li dewletên pêşketî kir ku ji Odesa û benderên din yên Uraynî hilberînên xwarinê bikirin û ji veguhastina wa de bibin alîkar ku ew berhem bikaribin li bazarên cîhanê peyda bin.