Guterres Ser Îdlibê Bang li Îran, Rûsya û Tirkîyê Dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li Rûsya, Îran û Tirkîyê kir ku rê li ber cenga Îdlibê bigirin.

Guterres dîyar kir ku divê her sê welat, ku ji 2016’an vir ve peyvajoya Astana dimeşînin, bo berevanîya sîvîlan hemî hewildanan pêk bînin.

Guterres da zanîn ku ger rê li ber cenga mezin ya li Îdlibê neyê girtin ewê li wir kêşeyên mezin yên mirovî yên berê nehatine dîtin çêbin.

Sekreterê Giştî yê NY’ê dîyar kir ku divê Îdlib nebe herêma komkujîyê.

Rejîma Esad, bi piştgirîya Rûsya û Îranê hazirîyê bo operasyona Îdlibê dike.

Ji hefteya borî vir ve hêzên bejeyî yên Sûrî êrîşî Îdlibê dikin û Rûsya jî bi êrîşên esmanî piştgirî dide wan.

Enqere dide zanîn ku ger operasyona Îdlibê pêk were ewê ber bi sed hezaran kes ber bi Tirkîyê ve koç bikin û ji ber vê dijî operasyonê derdikeve.