Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden û cîgirê wî Kamala Harris pîroz kir.
Berdevikê Guterres, Stephane Dujarric dîyar kir ku Guterres bal kişandiye ser hevkarîya NY û Amerîka.
‘’Hevkarîya Amerîka û NY, yek ji parçeyên girîng yên hevkarîya neteweyî ye ku bo têkoşîna dijî dijwarîyên dramatîk yên îro ro li cîhanê hene, pêwîst e.’’ Guterres gotiye.
Dujarric da zanîn ku di navbera tîma Biden û NY’ê de hîn ti peywendîya rastexwe çênebûye.
Guterres, ku di sala 2016’an de sê hefteyan berî Serok Donal Trump hatibû ser karê xwe, hewil da ku bi rêberê Amerîka re, ku bexşkerê herî mezin yê NY’ê ye, peywendîyan birêve bibe, lê hin dijwarî çêbûn.
Rêvebirîya Trump, Amerîka ji Civata Mafên Mirovan ya NY, UNESCO û Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) vekişandibû.
Trump, WHO ser belavbûna vîrusa korona rexne kiribû û dîyar kiribû ku ew rêxistin di bin bandora Çînê de maye.
Her çiqas wî Amerîka ji WHO vekişandiye jî li gor peymanê divê heta Tîrmeha 2021’an di rêxistinê de be.
Biden gotibû ku ewê di roja pêşî ya seroktîya xwe de biryara Trump betal bike.