Guterres Serdana Derbasgeha Refah Dike

Antonio Guterres di serdana derbasgeha Rafah ya di navbera kerta Gazayê û Misrê de 23 Adara 2024.

Li gorî nûçegihanê El Hurra li Misrê, roja Şemiyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres giheşte aliyê Misirê yê sînor yê bi Kerta Gazayê re û serdana derbasgeha refah kirîye.

Nûçegihanî got ku Guterres dê li aliyê Misrê yê Deriyê sînorî yê Refahê civîneke çapemeniyê li dar bixe û tê çaverê kirin ku "banga xwe ya agirbestê ji ber sedemên mirovî" dubare bike û pêwîstiya bi kamyonên alîkariyên mirovî yên li aliyê Misrê hatine komkirin bi zûtirîn dem bigehînin kerta Gazayê.

Guterres îro Şemiyê bi firokeyeke taybet ku ji Qahîreyê dihat û hejmarek ji berpirsên Misrê pê re bûn, gihîşt bajarê El-Arîş yê Misrê.

Serdana wî berpirsê Netewên Yekgirtî di demekê de ye ku Îsraîl gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî ya mezin dike, li bajarê Refahê li başûrê Kerta Gaza li ser sînorê bi Misirê re, tevî daxwaziyên navdewletî ji bo rêgirtina li êrîşeke wiha.

Piraniya rûniştvanên Gazayê ku derdora 2,3 milyon kes in, li herêma Refahê penaber dibin. Tevî ku şert û mercên li bakurê Şerîtê xerabtir in, rewşa sivîlan li seranserê Şerîtê her ku diçe dijwartir bûye ji ber ku pevçûn berdewam dike.

Tê çaverê kirin ku Guterres serdana nexweşxaneya El-Arîş bike ku Filistîniyên ji Gazayê hatine veguhastin li wê derê tên dermankirin, herwiha di plana Guterres de heye ku bi xebatkarên alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî yên li aliyê Misrê yên derbasgeha Refahê re bicive.

Berdevkê Guterres Ferhan Haq roja Înê daxuyaniyek derbarê serdanê ragihand bû ku Gutteres dê serdana Refha bike û bi karmendên Netewên Yekbûyî re li herêmê bicive, lê niyeteke wî ti neye ku serdana gazayê bike.

Guterres ji Misrê dê serdana Urdonê û çend welatên din li herêmê bike.