Wezîrê Derve yê Îsraîlê Guterres Tund Rexne Dike

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres piştî pêşkeşkirina peyvekê li derbasgeha Refah tund rexne kir û got ku di bin serokatiya wî de Neteweyên Yekbûyî bûye saziyeke antîsemîtî û dijî Îsraîlê.

Katz li ser platforma X'ê nivîsî "Îro Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li aliyê Misirê yê derbasgeha Refahê rawestiya û Îsraîl jiber rewşa mirovî ya li Gazayê tawanbar kir."

Katz got Guterres, "bi tu awayî terorîstên Hamasê ]ermazar nekirin yên ku alîkariyên mirovahî talan dikin."

Wezîrê Îsraîlî herwiha êrîşî berpirsên Netwên Yekbûyî kir jiber ku wî "UNRWA ya ku bi terorîstan re hevkariyê dike şermezar nekir" û herwiha ji ber ku daxwaza "serbestberdana bilez û bê şert û merc ya hemî dîlên Îsraîlî" jî nekir.

Roja Şemiyê, ji aliyê Misrê li ser sînorê Gazayê, Guterres banga xwe ya ji bo agirbestê û bidawîkirina "felaketa" ku xwecihên gazayê di encama şerê wêranker yê ku zêdetirî 5 mehan e, di navbera Îsraîl û Hemasê de diqewime dubare kir.

Guterres ji Refah ya li aliyê Misrê got ku "Filistînî, zarok, jin û mêr di nav şert û mercên felaket û kabûsek bêdawî de dijîn".

Vê jî bixwîne: Guterres Serdana Derbasgeha Refah Dike


Wî her wiha got, "Tu tişt êrîşên hovane yên ku di 7ê Cotmehê de ji aliyê Hamasê ve hatin kirin rewa nake, û tu tişt cezakirina komî ya gelê Filistînê rewa nake."

Wî berdewam kir: "Niha, ji her demê bêtir, dem dema agirbestek bilez e ji ber sedemên mirovî," û diyar kir ku ew "dengê piraniya mezin a welatên cîhanê hildigire ku ji tiştên ku diqewime bêzar bûne."

Guterres her wiha got, "Bi rêbertiya meha Remezanê, meha rehmetê, dem hatiye ku hemû dîl bên berdan."

Şer di 7ê cotmehê de dest pê kir piştî êrîşa Hamasê ya li ser başûrê Îsraîlê ku herî kêm 1,160 kes ku piraniya wan sivîl bûn hatin kuştin û nêzî 250 kes jî hatin revandin dîl birin Gazayê.