Guterres, jiber Serketina Hilbijartinê Erdogan Pîroz Kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jiber serketina hilbijartinê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.

Berdevikê NY Stephane Dujarric got Guterres pîrozbahî ji Erdogan re şand û ji jinûve serketina wî pîroz kir.

"Sekreterê Giştî, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir ku careke din wek serokomar hate hilbijartin. Ew bi heweskarî çaverê ye ku hevkarîya navbera Tirkîye û NY hîn xurttir be,” Dujarric got.