Reuters: Çekdarên li Gutaya Rojhilat Derketina ji Herêmê Red Dikin

Reuters’ê îro Çarşemê ragihand ku komên çekdar yên li Gutaya Rojhilat ya Şamê, ku ji alîyê Artêşa Sûrîyê ve hatiye dorpêçkirin, danîna çekan û derketina ji herêmê red dikin.

Rûsya, ku hevalbenda Sûrîyê ye, pêr Duşemê dabû zanîn ku ger çekdarên li Gutaya Rojhilat çekên xwe deynin, dê jibo wan korîdorên derketinê vekin.

Berdevkê Ceyşul Îslamê Hamza Birkdar ji Reuters’ê re dîyar kir ku ser vê mijarê wan bi ti kesî re ti bazar nekiriye.

‘’Kom, şervan û gelên li Guta dê berevanîya axa bikin’’ Birkdar got.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) bo Sûrîyê biryara agirbestê bi 30 roj dabû, lê li Gutaya Rojhilat pevçûnên giran didomin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dide zanîn ku ji 18’ê Sibatê vir ve 800 sîvîl li Gutaya Rojhilat hatine kuştin.