Rakirina Bacên Gumrikê Li Herêmên Kurdên Sûrîyê

Rêveberiya Xweser ya Bakur Û Rojhilatê Sûriyê

Roja Çarşemê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bacên gumrikê yên li ser kelûpelên ku derbasî herêmên wê dibin û ji herêmên wê derbasî Sûriyê dibin, betal kir.

Li herêma Rêveberîya Xweser bêhtir ji 5 milyon kes dijîn, û du çavkanîyên sereke ji bi kelûpelên bazarên herêmê hene.

Yek bi rêka dergehê sînorî bi Herêma Kurdistana Îraqê re, û jêdera din ji herêmên Sûrîyê ne.

Bazirgan pêşbîn dikin ku rakirina bacên gumrikê di nava herêmên Sûrî de wê bandorek mezin ser nirxê kelûpelan di bazarê de bike.

Ciwan Îsa bazirganekî Qamişlo yê kelûpelên xwarinê ye, dibêje bi vê biryarê 30% nirxê kelûpelan dakeve.

"Daketina nirxê kelûpelan wê bazarê çalak bike," Îsa got.

Li alîyekî din, şopînerên rewşa Sîyasî li Sûrîyê bawer dikin ku ev biryar tekezîya kurdên Sûrîyê ser yekbûna Sûrîyê ya piştî Esed e.

Rojnamevan Evîn Yûsif ji Qamişlo, dibêje ku gavên Rêveberîya Xweser erênî ne.

"Ev Yek tekezîya kurdan ser yekbûna xaka Sûrîyê nîşan dide, û tirsa alîyên din yên Sûrî radike," Yûsif got.

Kurdên Sûriyê Ji 8mehê ve, ji bo dûrxistina tirsa aliyên din yên Sûrî derbarê cudabûna wan ji Sûriyê û tekezkirina li ser yekrêziya xaka Sûriyê, gavên wek bilindkirina ala nû ya Sûriyê û betalkirina baca gumrikê avêtin.

Your browser doesn’t support HTML5

Biryara Rakirina xalên Gumirkê.wav