Kişanak Dibêje Dadgeha Tirk Sîyaseta Demokratîk Wek Tawan Dibîne

Sîyasetvana girtî Gultan Kişanak îro Duşemê li doza ku bi navê Doza Kobanê tê zanîn, berevanîya xwe kir.

Kişanak li dozê, ku 18 jê girtî 108 kes jiber têne darizandin, dîyar kir ku di dozê de sê mijarên serekî hene ku ew kêşeya Kurdan, azadîya jinan û pûçkirina sîyaseta demokratîk e.

‘’Hun sîyaseta demokratîk wek tawan dibînin. Hun mîtîngan, preskonferansan wek sûc dihesibînin. Partîyên sîyasî yên Kurdan ji salên 1990’î vir ve wek tawan têne dîtin’’

Kişanak dîyar kir ku ew 10 sal in di Doza Kobanê de derdikeve pêşberî dadgehan, lê kesên wê dadgeh dikin tim dibêjin ewê paşê li dozê binêrin.

Sîyasetavana Kurd got ku wê di jîyana xwe de ti kes jibo tawanan bike sor nekiriye û ew dikare berevanîya hemî kiryarên xwe bike.

‘’Hun kî ne ku min bidarizînin? Ji roja pêşî heta niha em dibêjin, ez sala 2009’an di rûniştina taybet ya parlamanê de yekser axifîm. Ser kêşeya Kurdan ez peyivîm û min got werin em kêşeya Kurdan bi rêkên demokratîk çareser bikin.’’

Kişanak dîyar kir ku tevî ku qanûna eşkere dibêje kesek dikare herî zêde 7 salan girtî bimîne dadgeh jibo qanûnê pûç bike du sal in wê du mehan carê derdixe pêş dadgehê.

Sîyasetvan Kişanak dîyar kir ku ew bawer nake ku wê dadger wê bi awayekî adil wê idarizîne û got ku ew dadger red dike.

Parêzerên Kişanak şertên redkirina dadger xwendin, lê serokê dadgehê daxwaz red kir.