Yaşar Guler Dibêje Hevdîtina Erdogan û Barzanî Wê Encamên Erênî Bîne

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Yaşar Guler îro Çarşemê berî civîna koma parlamanê ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bersîva pirsên rojnamevanan da.

Guler wek bersîva pirsa rojnamevanekî ya ser rewşa dawî ya şerê dijî "terorê" got ku şerê wan wê bi heman awayî, bi tundbûn û biryarderîyeke xurttir didome.

Wek bersîva pirseke din ya ser hevdîtina Serokomorê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re, Guler got ku civîn di demên pêş de wê encamên erênî derxîne.

"Ev hevdîtin bê guman wê bandoreke erênî li ser têkoşîna dijî terorê bike. Emê hevkarîya xwe xurttir bikin û di dawîyê de encamên erênî wê derkevin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Erdogan do li qesira serokomarîyê bi Barzan re civîneke ji ragihandinê re girtî pêk anîbû û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan jî di wê hevdîtin de cîh girtibû.