Guaido Bang li Gelê Venezuela Dike ku Ber bi Caracasê ve Bimeşin

Rêberê rikeberîya Venezuela Juan Gaaido bang li hemî dijberên hikûmetê kir ku ber bi Caracas ya paytext ve bimeşin.

Guaido dîyar kir ku ‘’rojên dijwar’’ li benda wan in û da zanîn ku rejîm hewil dide ku wan ji hevdu veqetîne.

Di rojên pêş de, Guaido dê bi parlamanterên rikeberîyê re li Venezuela bigere û hewil bide ku ji gel zêdetir piştgirîyê bistîne.

Wî da zanîn ku ewê tev ber Caracasê ve bimeşin û dîyar kir ku ger pêwîst be ewê ji derve hin hêz maytekirinê li Venezuela bikn.

Guaido got ku dema ‘’dîyaloga şaş’’ ya bi Serokê Venezuela Nicolas Maduro re bi dawî bûye.

Juan Guaido di 23’yê Rêbendanê de xwe wek serokê demkî yê Venezuela ragihandibû.

Di serî de Amerîka û jimareke welatên Ewrupa piştgirîyê didin Guaido û li hember wan, Rûsya, Çîn û Tirkîyê dîyar dikin ku ew alîgirê Maduro ne.