Medya Îsraîlî Dibêje Gideon Saar û Îlham Ahmed bi Telefonê Peyîvîne

Kurdvîzyon Ilham Ahmed

Rojnameya Îsraîlî, Hayom îro Înê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îsraîlê r Gideon Saar axaftineke telefonî ya dirêj bi Wezîra Derve ya Herêma Xweser ya Bakurê Sûrîyê Îlham Ahmed re kiriye.

Li gir Hayom, nûnera Kurd behsa desteserkirin û darvekirinên keyfî yên hemwelatîyên Kurd ji alîyê rêvebirîya nû ya Sûrîyê kiriye.

Saar jî dîyar kiriye ku ew di hemî danûstandinên xwe yên dîplomatîk yên bi hevtayên xwe yên curbicur de tim fikarên Kurdan tîne ziman.

Hêjayî balkişandinê ye ku Saar bîragiştî bi medya civakî tim agahdar dike ku divê mafên Kurdan li Sûrîyê werin parastin û hemî kêmanîyên olî û nîjadî li Sûrîyeya nû bi ewlehî û bê tirs bijîn.