Qonaxa Grûpan ya Euro 2024 bi Dawî Dibe

Dîmenek ji lîstika Holanda û Awustryayê.

Îro Çarşemê qonaxa grûpan di pêşbirkên Kupaya Ewrupayê (Euro 2024) de bi çar lîstikan bi dawî dibe.

Di Grûpa E de Slovakya û Romanya tên pêş hev û di heman demê de Ukrayna bi Belcîkayê re dilîze. Maça pêşî li Frankfurtê tê lîstin û ya din jî bajarê Stuttgart tê kirin.

Tişta balkêş di vê grûpê de ku her çar tîm xwedîyên 3 xalan in û îro biryar tê dayîn ku wê kîjan du tîm bi awayekî dîrekt herin qonaxa 16’an.

Di grûpa F de Koma Çek û Tirkîyê bihev re dilîzin. Lîstika wan li stadyuma Volkspark ya bajarê Hamburgê pêk tê. Di maça din ya heman grûpê de Gurcitan û Portugal li bajarê Gelsenkirchen dilîzin.

Portugal tîma bi tenê di vê grûpê de derbazbûna xwe bo qonaxa 16’an misoger kiriye, lê hîn derfeta yek ji her sê tîmên din jî heye ku bi awayekî rasterast herin qonaxa bê.

Bi pêkanîna van lîstikan dê qonaxa grûpan ya Euro 2024 bi dawî bibe.

Dîmenek piştî Îngeltira û Slovenya.

Do Sêşemê, herdu lîstikên Grûpa C bê gol bi dawî bûn. Bi vê yekê Îngeltira bi 5 xalan serkêşîya grûpê misoger kir. Piştre Denmark û Slovenya bi 3 xalan tên. Serbistan di rêza dawî de bi 2 xalan cih digire.

Di Grûpa D de, Awustrya surprîzeke mezin çêkir piştî ku 3-2 zora Holandayê bir. Maça din di navbera Fransa û Polonyayê de 1-1 bi dawî hat. Bi van encaman, Awustrya bi 6 xalan derket serê komê. Piştre Fransa bi 5 xalan hat. Holanda jî di rêza sêyan bi 4 xalan cih girt. Di rêza dawî de Polonya tenê bi yek xalê ma.

Pêşbirkên Euro 2024 li Almanyayê heta 14’ê Tîrmehê didomin.