Tevî Agirbestê, Hêzên Sûrî Dest bi Operasyoneke Bejeyî li Guta Dikin

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Sûrî, tevî navbera mirovahîya Rûsî, îro Çarşemê dest bi operasyoneke bejeyî li Gutaya rojhilat kir.

SOHR dide zanîn ku armanca hikûmeta Sûrî berfirehkirina herêmên bin kontrola wê ye û êrîş devera Hawş el-Dawahra ya li xala herî rojhilatê ya herêmên bin kontrola serhildayan kir armanc.

SOHR bal kişand ku di pênc demjimerên ji hêla Rûsya dîyarkirî de, êrîşên esmanî pêk nehatin, lê êrîş piştî nîvro jinûve berdewam kirin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Duşemê biryar dabu ku êrîşên esmanî yên dijî serhildayên Sûrî, jibo "sedemên mirovahî” her roj pênc demjimêran werin sekinandin.

Wezîrê Berevanî yê Rûsî, Sergei Shoigu gotibû ku sekinandina şer dê sibe destpê bike û her roj ji 9’ê sibe heta 2’yê paşnîvro berdewam be û armanca wê jî pêşîgirtina kuştina sîvîlan e.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di bombebarana 11 rojên dawî de bi sedan kes li Gutaya rojhilat ya li dervayê paytaxt Şamê hatibûn kuştin.