Rafael Grossi Axaftinên “Avaker” bi Îranê re Radigihîne

Rêvebirê çavdêriya navokî ya Neteweyên Yekbûyî Rafael Grossi roja Şemiyê got ku wî hevdîtinên "avaker" bi karbidestên Îranî re li dar xistin ku dikarin rê li ber vejandina peymana dîrokî ya sala 2015 vekin.

Grossi di konfranseke rojnamevanî de li Tehranê ligel rêvebirê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Mihemed Îslamî, got: "Bi gotûbêjeke çêker, mîna ku em niha dikin, û bi hebûna rêkeftinên baş, mîna ku ez bawer im em ê bikin, em ê rê li ber rêkeftinên girîng vekin."

Serdana du-rojî ya Grossi di demekê de hat ku danûstandinên li ser vejandina peymana sala 2015an bi hêzên cîhanî re hatine astengkirin, ku soz dabû Îranê ku wê ji cezayên aborî rizgar bike li beramber astengkirina çalakiyên wê yên navokî .

Sînordarkirinên di peymanê de, ku bi fermî wekî Plana Çalakiya Berfireh a Hevbeş, an JCPOA tê nasîn,ji bo pêşîgirtina li pêşxistina şiyana çekên navokî yên Îranê bû, armanceke ku Tehranê her gav red kiriye.

Îslamî bang li welatên din ên rêkeftinê kir ku "pêgiriyên" xwe bi cih bînin.

Wî di civîna çapemeniyê de got,"Sê welatên Ewrupî û hin welatên din tenê balê dikişînin ser pêgiriyên Îranê yên JCPOA. Wan jî pêgirî hene û pêwîste ew tevbigerin."

Wî got, "Em gihîştin rêkeftinekê (bi Grossi re) da ku hevkariya xwe di çarçoveya parastinê de diyar bikin."

Amerîka di sala 2018an de yekalî ji peymanê vekişiya û cezayên nû sepandin, ev yek bû sedem ku Îran cîbicîkirina sozên xwe yên di çarçoveya peymanê de rawestîne.

Çavkanî: AFP