Bizavkara Îqlîmê ya navdar Greta Thunberg, di serdana xwe ya Tirkîyê de li ser keleha Wanê a dîrokî, wêneyek parve kir û bal kişand ser binpêkirina mafên Kurdan û talankirina xwezayê.
Ev parvekirina wê bû sedema derketina nîqaşan û hin nijadpar;z;n Tirk xwastin ku ew ji Tirkîyê were dersînor kirin.
Medyaya nêzî hikûmetê jî, ew bi propaganda Partîya Karkerê Kurdîstan (PKK) suçdar kirin.
Thunberg, li ser hesaba xwe ya instagramê wek cîhê ku lê Kurdistan dîyar kir û wêneyên xwe yê ser keleha Wanê ku di wêneyê de behra Wanê jî dîyar dibe, parvekir.
Wê got, "Di van demên dawî de min li bakurê Kurdistanê geryanek pêk anî û min hejmarek Kurd nas kirin. Wan bo min hejmarek zêde serpîhatiyên xwe yên zilm û komkujîyên dewleta Tirk ku bi awayek sîstematik li ser wan pêk tîne, anîn ziman."
Ew dibêje ku yek ji hejmarek amûrên wekî parçeyek ji êrîşên dijî gelê Kurd; birîna daristanan, qurbankirina erdnigarîya bo kompanîyên madenan û şewitandina xwazayê ye.
Thunberg got ku êrîşên bi vî rengî gelemperî dibin sedema tunekirina cûdahîyên bîyolojîk û koçkirina civatên xwecîhî.
ew dibêje, "Mirovên vê derê di jîyana rojana de rastî tunekirina çand û nasnamê, tundîya dewletê, girtina sîyasetvanan, berze kirin, koçkirina darê zorê û komkujîya ekolojîk tên. Ev jî çend mînakên ku mafê wan yê herî rewa yê tayînkirin qeder û azadîya wan tê red kirin."
Thunberg, bo çareserîya pirsgirêka Kurd jî nêrînên xwe parvekirin û got ku jibo avakirina pirên hevgirtinê yên rast, divê li Tirkîyê bo heremên Kurdan rêvebirîyên xweserî bên avakirin. Wê got ku mafê Kurdan heye ku teşebide jîyana xwe, çanda xwe û civata xwe.
Herwiha dibêje, "Tirkîyê divê, di qanûna bingehîn de bi awayek çember cîh bide mafên gelê Kurd û kêmneteweyên din. Hikûmet, jibo bêdengkirina muxalefeta sîyasî wek hincetekê "terorîzmê" bi kar tîne. Bi deh hezaran girtîyên sîyasî yên aktîf bi darizandinên ne adîlane di zîndanan de tên girtin. Ev yek ji alîyê rêxistinên navnetewî yên wekî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê (DMME), Yêkîtîya Ewrupayê (YE) û Rêxistina Efûyê ve hatin şermezar kirin û banga serbest berdana wan kesan hatiye kirin."
Thunbergê got ku jibo aşitî û pêşerojek adîlane divê bo mafên gelê Kurd yên azadî û xweserî, rêz were girtin û hemî êrîşên dijî Kurdistanê werin rawestandin.
Wê got ku heya hemî kes azad nebin, kes azad nîne û nivîsa xwe bi "bijî Kurdistan" bidaw kir.
Di bin vê parvekirina Thunberg de hin kesan pişgirîya wê kir, lê hejmarek zêde nijadparêzên Tirk ew bi tundî rexne kirin û heqaret li wê kirin. Hin nijatparêzên Tirk jî xwastin ku ew ji Tirkîyê were dersînor kirin.
Rojnameya Sabah ku yek jî rojnameên herî mezin yên Tirkîyê ye, di raporta xwe de dîyar kir ku Thunberg pîştî serdana Bajarvanîya Amedê ku destê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partîyê) de ye, wekî gotinên PKK’ê axiftin kirîye û Tirkîyê bi komkujîya Kurdan suçdar kiriye.
Rojname dibêje ku Thunbergê qet behsê êrîşên terorî yên PKK’ê nekirîye û bi zimanê PKK, parçeyek Tirkîyê wek Kurdistan nîşa daye. Rojname îdia kir ku wê bi vê parvekirinên xwe propaganda PKK’ê kiriye û jiber van parvekirinan ji alîyê her kesê ve rastî bertekan hatiye.
Zanyarê Sîyasetê Ozcan Kirbiyik got ku bertekên tund yên li hember Thunbergê nîşan didin ku dezgehên ragihandina Tirk û nijatperestên Tirk, pir ji pirsgirêka Kurd dûr in.
"Bi rêya Thunbergê, carek din pirsgirêka Kurd hat rojeva Tirkîyê û cîhanê. Lê bi vê bûyerê me carek din dît ku ragihandina Tirk û nijatperwerên Tirk çîqas ji pirsgirêka Kurd dûr in. Herwiha kesên ku di medyayê de liberal û çep gir tên zanîn jî bi awayek hevgirtî êrîşî Greta yê kirin."
Kirbiyik dide zanîn ku ew kesên ku îro êrîşî Thunbergê dikin di demên borî de jiber gotinên Thunbergê yên bo piştgirî Filîstînîyan, pesnê wê dabûn, lê îro Thunberg jiber hemen helwesta bo Kurda dibe armanç.
Hêjayî gotinê ye ku Thunberg bo beşdarbûna civîna "Guhartina jîngehê" xwastibû ku biçe paytexta Bakû ya Azarbaycanê. Lê ew hatibû asteg kirin û wê jî piştî gera xwe ya li Gurcîstan û Ermenîstanê, serdana Tirkîyê kiribû û li Stanbolê beşdarî cîvîna jingehparêzan bûbû. Wê herwiha serdana bajarê Amedê û Wanê kiribû.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Thunberg di 2003 de li paytexta Swedê Stockholmê hatiye dinê. Ew di 2018an de bi xwepêşandanên "Jibo Îqlîmê Dibistanan Boykot Bikin" hat nasîn. Li gor texmînan di 2019an de ji 112 welatan nêzî mîlyonek û nîv xwedekar beşdarî çalakîya wê bûbûn. Heya niha wê gelek çalakîyên bi bandor li dar xistine û ew sê caran jibo Xelata Nobel ya Aşitîyê hat nîşandan.
Your browser doesn’t support HTML5