Civata Senatoran Linda Thomas-Greenfield wek Balyoza Amerîkî ya li NY Erê Kir

Linda Thomas-Greenfield

Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka îro Sêşemê jibo erêkirina Linda Thomas-Greenfield wek balyoza Amerîkî ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) dengdaneke dar xist.

Civata Senatoran, balyozîya Greenfield, piştî pêyvajoyeke pejirandinê ya dijwar ku jiber axaftinek ku wê pesnê nêzîkbûna Çînê li Afrîka dabû û ev hatibû nirxandin, piştrast kir.

Erkdarkirina Thomas-Greenfield, hember 20 dengan bi 78 dengan hat erê kirin.

Dema pejirandina wê hate hatibû paşve xistin jiber ku Senatorê Komarî Ted Cruz yê ji eyaleta Teksasê, şewazekî rêbazî bi kar anî da ku dengdana Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran di serê vê mehê de, pêk were.

Thomas-Greenfield ku di 2019'an de , di pîrozbahîya pêncemîn ya salvegera Enstîtuya Konfuçyusê ya Zanîngeha Savannah ya Dewletê de, ser " Peywendîyên Çîn-Amerîka-Afrîka" dersek dabû.

Senator Cruz û Komarîyên din, jiber vê axaftinê rexne û fîkarên xwe yên tund dîyar kiribûn.

Greenfield soz da ku Amerîka dê dijî bandora Çînî ya li NY ku Pekîn bi salan e ku bi domdarî hêza xwe zêde dike - sîyaseteke xurt bi rê ve bibe.

" Em dizanin ku Çîn bi armanca ku rojeveke otorîter bike rojeva NY li seranserê sîstema NY'î dixebite ku dijî nirxên damezrîner yên sazîyê û herwiha dijî nirxên Amerîkî ye, " wê got.

Greenfield bi berdewamî dîyar kir ku serkeftina Çînê bi vekişîna wan ya domdar ve girêdayî ye û di bin nûnertîya wê de ew yek dê pêk neyê.