Thomas-Greenfield: Moskow Agahîyên Şaş Belav Dike

Nûnera Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield dema kombûna Civata Ewlekarî preskonferansek li dar xist.

Thomas-Greenfield da zanîn ku civat ser ‘’gefên leşkerî yên Rûsya yên dijî Ukrayna’’ di du hefteyan de du caran kom bûye û dîyar kir ku wê bi awayekî eşkere û zelal ji Moskowê xwestiye ku di rêka dîplomasîyê de bimeşe.

Wê got ku ew jiber rêka Rûsya bijartiye ketine fikarên kûr û dîyar kir ku Moskow bi gotinên ‘’provokatîf’’, agahîyên şaş belav dike.

‘’Em bi awayekî eşkere biaxifin, li vir bi tenê welatek gefan dixwe, ew jî Rûsya ye. Rûsya dijî sîstema navneteweyî û peymana NY’ê gefan dixwe.’’ Thomas-Greenfield got.

Nûnera Amerîka got ku ew hêvî dikin ku Rûsya, Ukrayna dagir neke lê da zanîn ku ew ketine fikara ku rewişeke xirabtir çêbe.

Wezareta Berevanî ya Rûsya roja Çarşemê bi hin dîmenan dîyar kiribû ku leşkerên hîndarîyên xwe temam kirine vedigerin bingehên xwe, lê karbidestên Amerîkî û Ewrupî bi guman li wan dîmenan dinêrin.

Reutersê roja Pêncşemê ji zarê karbidestekî Amerîkî da zanîn ku Rûsya berovajî vekişîne 7000 leşkerên din li nêzî sînorê Ukrayna bi cîh kirine.

Serokê Amerîka Joe Biden roja Sêşemê gotibû ku li dora Ukrayna bi qasî 150,000 leşker hatine bi cîh kirin.