Greenfield Dibêje Divê Îran Mudaxaleya Şerê Sudanê Neke

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield îro Pêncşemê got ku wan ser pevçûnên li Sudanê bi dewletên herêmê re gelek danûstandin kirine.

Thomas-Greenfield ji rojnamevanan re dîyar kir ku wan di danûstandinan de ji dewletan xwestiye ku Îranê teşwîq bikin ku nekeve pevçûnan.

‘’Me bi dewletên herêmê re gelek hevdîtin kirin û me di wan hevdîtinan de ji wan xwest ku Îran û dewletên wek wê teşwîq bikin ku nekevin şer.’’

Ajansa nûçeyan ya Reutersê do Çarşemê ragihand ku dronên çekdar yên Îranê artêşa Sudanê xurt kirine, rewişa şer guherandiye û pêşveçûna koma paramîlîteran sekinandiye.

Reutersê dîyar kir ku artêş hin herêmên li dora paytexta Sudanê jinûe sitandine.