Tevî Hişyarîyê, Yûnanistan û Qibris Xêrhatina Dîyaloga Tirkîyê ligel YE Dikin

Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis û Serokê Qibrisê Nikos Christodoulides

Yûnanistan û Qibris îro Duşemê pêşwazîya gavên Tirkîyê kirin, ewên jibo xurtkirina peywendîyên bi Yekîtîya Ewrupa (YE) re avêtine.

Lê herdu welatan bi berdewamî bala YE kişandin ku divê nêzîkbûn gav bi gav be û ne bê şert û merc be.

Wezîrên derve yên YE di 20’ê Tîrmehê de gotibûn ku ew amade ne ku bi Tirkîyê re jinûve têkilîyan deynin, lê ji pêşnîyarkirina bo jinûve destpêkirina danûstandinên ser endamtiyê Enqerê ya YE'ê dûr sekinîbûn.

Ev bûye bêtirî 20 salan ku Tirkîyê berendama YE'ê ye, lê danûstandinên derbarê endamtîyê 2016’an hatin rawestandin, jiber fikarên YE yên ser serwerîya hiqûqê û mafên mirovan.

Dabeşkirina Qibrisê di navbera niştecihên wê ya Yûnanî û Tirkên Qibrisê de, ku di navbera Yûnanistan û Tirkiyê de cihê nakokiyê ye, astengîyeke girîng li pêş endamtîya Enqerê ya YE ye.

Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis û Serokê Qibrisê Nikos Christodoulides, ku welatên wan endamên YE ne, gotin ku ew kêfxweş in Tirkîye û YE jinûve dest bi têkilîyên girêdêdayê vê mijarê dikin, lê divê ew "hêdî hêdî, bi rêjeyî" be û ger hewce bike, YE "jê vegere."

"Em dikarin geşbîn bin, lê em ne aqilsivik in," Mitsotakis piştî hevdîtina Christodoulides ji rojnamevanan re got.

Christodoulides jî got ku destpêkirina rojeveke erênî bi Tirkîyê re hevdem tê wateya "gavên erênî" yên ji alîyê Enqerê ve hember Qibrisê.


"Girîng e ku hevkarên me yên Yekîtiya Ewrupî jî heman nêrînê werbigrin," Christodoulides da zanîn.

Jêder: Reuters