Amerîka:Hejmara Êrîşên Terorîstî di 2014’an 35 ji Sedê Pirtir Bûye

Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, hejmara êrîşên terorîstî, di sala 2014’an de li seranser cîhanê 35 ji sedê pirtir bûye.

Raporta Wezareta Derve dide zanîn ku rêjeya mirinan, jiber kiryarên terorîstî li Îraq, Afganistan û Nîjerya, 81 ji zêde bilindtir bûye.

"Di 2014’an de bi giştî 13,463 êrîşên terorîstî li cîhanê qewimîn û bûn sedema pirtir jî 32,700 mirinan û pirtir jî 34,700 injuries birîndrîyan," Wezareta Derve di raporta xwe ya Global Terrorism ya salanê de.

Raport herwiha radigihîne ku hejmara herî zêde ya mirin û revandinên girêdayî terorê li Îraqê qewimîye û ew yekjî bi xurtbûna gruba Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya tundrê peywendîdar e.

Raporta Global Terrorism dîyar dike ku DAIŞ ji hejmara herî zêde ya mirinên jiber terorîzmê berpirs e û dû re jî Talîban, El Şababa Somalî û Boko Harama Nîjeryayî tên.