Li Girêsipî serokeşîrên herêma Firatê civînek li dar xistin û tê de gefên dewleta Tirk yên ser Bakur û Rojhilata Sûrîyê guftûgo kirin.
Rihsipîyên eşîran ji hemû pêkhateyan gef û zextên Tirkîyê yên bo xirabkirina aramîya li Bakurê Sûrîyê şermezar kirin û ew yek wek hewila derxistina kêşeyên di navbera netewên herêmê de bi nav kirin.
Berdevikê eşîra Şerabîn, Mihemed Arif Hemdûn ji Dengê Amerîka re ragihand ku armanc ji zextên Tirkîyê dagîrkirina axa Bakurê Sûrîyê ye.
“Mînak li ser zemînê heye: Ezaz, Bab û Efrînê ku li wan deveran ala Tirkîyê tê rakirin û bi pereyên Tirkî kar dibe. Tirkîye wan deveran wek axa xwe dibîne.”
Endamê komîta têkilîyên dîplomasî yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Salih Mislim ser civînê agahî da Dengê Amerîka.
Mislim dîyar kir ku armanca hevdîtina bi eşîran re femkirina nêrîn û daxwazên wan û bo avakirina civakeke sîyasî ye.
Your browser doesn’t support HTML5