Girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer Çawa Tê Nirxandin?

Li Stenbolê Şaredarê Esenyurtê yê CHP’ê Ahmet Ozer, do Çarşemê hate binçav kirin. Ozer danê êvarê li Stenbolê li Edlîyeye Çaglayanê hate darizandin û derengîya şevê jî hate girtin.

Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê ragihand ku Ozer, bi hiceta ku têkilîya wî bi xebatên PKK/KCK re heye, bi daxwaza girtinê ji dadgehê re hate şandin û piştî 18 saetan jî hate girtin.

Li şûna Ozer, Qaymaqamê Beşîktaşê Oguzhan Bîngol wek qayumê Şaredarîya Esenyurtê hate danîn.

Parêzerê Ahmet Ozer, Şevket Tucî piştî girtinê ragihand ku hê girtin pêk nehatîye di medyaya desthilatîyê de destnîşankirina qayumê hate eşkerekirin.

“Em vê biryarê qet hiqûqî nabînin. Delîlên ku peşkêş dikin tevahî ne rast in û ev bi giştî planeke desthilatîyê ye. Ne pêkan ku ev biryar were pejirandin.”

Parêzer Yusuf Dere ji Dengê Amerîka re got ku binçavkirin û girtina Ozer planeke sîyasî ye.

“Ozer bi xwe ji alîyê girseyeke mezin li Esenyurtê hate hilbijartin. Hilbijerên Esenyurtê wî gelek hez dikin. Lê em dibînin ku bi darizandineke ecêb hate girtin. Gava em doznameya wî temaşe dikin bi tevahî rewşeke sîyasî derdikeve pêş, lê ev ne hiqûqîye bi tevahî sîyasî ye.”

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bal kişand ser rewşa hiqûqî û di vî warî de şîroveyek nekir. Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan biryara binçavkirinê parast.

“Li Esenyurtê dema ku rêxistina terorê tevdigere, em difikirin ku bila kes aciz nebe.”

Berî girtina Ozer Serokê Şaredarîya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî li pêşîya Edlîyeya Çaglayanê daxuyanîyek da. Îmaoglu got, “Bi doznameyên derewîn qedrê mirovan dadixîn. Emê vê sîyaset û sazîya kevneşop ji holê rakin.”

Piştî girtina Ahmet Ozer, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozer ragihand ku bila her kes li hemberî îradeya gel rêz bigire. Ozer got, “Şaredarê me yê Esnyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer, îro Serokê me bi îdiayên razber û îfadeyên wî yên di pirtûkeke ku salên berê nivîsîye de, girtin. Bê şik hedefa sereke îradeya welatîyên me yên li Esenyurtê ye.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan jî di civîna grupa DEM Partî ragihand ku Ahmet Ozer bi lihevkirina bajêr hate hilbijartin.

“Ahmet Ozer rengê şaredarîyeke demokratîk, sosyalîst pêk anî. Me ev yek gelek caran dît, êdî bes e. Dev ji van lîstikan berdin, ji vê xeletîyê vegerin, hurmetê li vîna gel bigrin.”

Desthilatî her çiwas bêje ku ev darizandin tiştekî hiqûqîye jî lê gelek kes vê yekê wek rewşeka sîyasî dinîrxînin. Lêkolînvanên rayagiştî Ertan Aksoy jî ev yek ji Dengê Amerîkayê re wek planeke sîyasî nirxand.

“Eşkere ye ku li dijî CHP’ê planek heye. Banga Bahçelî ya li hemberî Abullah Ocalan nîşan dide ku Hevpeymanîya Gel dixwaze li ser hin senaryoyan bisekine. Ev daxuyanî weke planeke ku CHP’ê bi terorê re girêde. Heke suc heye çi ma hata niha ti gav nehatîye avêtin?”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku CHP û DEM Partî civînên xwe li Stenbolê pêk anîn û li hemberî danîna qayumê bi çalakîyan bertêkên berdewamî nîşan didin.

Ahmet Ozer Kî Ye?

Prof. Dr. Ahmet Ozer di sala 1960’an de li Wanê ji dayik bû. Ew di sala 1986’an li Zanîngeha Hacettepê Beşa Felsefe, piştî wê jî di heman zanîngehê de Beşa Civakzanîyê teva kir. Ozer di sala 1997’an de li 8 eyaletên Amerîkî li ser demokrasî, mafên miravan, sîstema seroktîyê û pirsgirêkên sosyolojî lêkolîn kirin, pişt re jî ev xebat bi navê “11’ê Îlonê Amerîka-Tirkîye û Amerîka û Globalîzasyon” kirin pîrtûk û hata niha jî gelek berhem nivîsine.

Ozer di navbera salên 2000-2003’yan de jî di nav partîya Kurd HADEP’ê, karê rêvebirîya sîyasî meşand. Di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de jî Ozer li Esenyurtê wek berbijarê lihevkirî, ji CHP’ê wek bajarvan hate hilbijartin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_10_31_2024_Girtina_Ahmet_Ozer