Di Êrîşên Ser Gutaya Rojhilat de 37 Kes Hatin Kuştin

Hêzên hikûmeta Sûrîyê îro Înê, berî agirbestê êrîş bir ser stargeheke li Gutaya Rojhilat. Di êrîşê de 37 sîvîl jîyana xwe ji dest dan.

Feylak El-Rahman, ku ji yek komên serhildayan e, bo derketina sîvîlan banga agirbestê kir.

Li gor agirbestê dê serhilda herêmeke din ya li Gutaya Rojhilat radestî hêzên hikûmetê bikin.

Do Pêncşemê jî Ahrar El-Şam ser Harasta ya li Gutaya Rojhilat bi hêzên hikûmetê re li hev kiribû û bi sedan sîvîl û çekdar ji wê herêmê derketibûn.

Di çend hefteyên dawî de hêzên hikûmetê, Gutaya Rojhilat kiribû sê par û bi bombebaranê her sê par ji hev qut kiribûn.

Kanala dewletê ya Sûrîyê ragihand ku ji Duma ya Rojhilat îro Înê 4000 kes revîne Şamê.

Li Dumayê bombebaran didome û hîn ti agirbest nehatîye ragihandin.

Duma, ku herêma herî mezin ya Gutaya Rojhilat e, di destê Ceyş El-Îslam de ye.