Hin Dibistanên Geverê jiber Rîska Erdhejê Hatin Vala Kirin

Medyaya Tirkîyê îro Çarşemê ragihand ku li Gever û Colemêrgê hin dibistan jiber rîska erdhejê têne vala kirin.

Li Geverê dibistanên Ataturk û Cemal Sala û li navenda Colemêrgê jî Akçali xalî bûn.

Xwendekarên li wan dibistanan dê herin dibistanên din yên li herêmê.

Navenda Çandê ya Selahattîn Eyyubî ya li Geverê jî do Sêşemê jiber rîska erdhejê hatibû vala kirin.

Midurê Perwerdeyê yê Colemêrgê Bilal Gur dîyar kir wan havînê 11 dibistan xurt kirine û ew xebatên xwe yên tedbîrî yên bon erdhejêke pêkan didomînin.

Jêder: DHA