Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock got ku toleyên dewletên Ewrupî yên dijî Rûsya bandor li Moskowê nekiriye.
Baerbock dîyar kir ku jiber ku toleyan bandor nekiriye ew xeyalşikestî bûye.
Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) jibo tevgerên Rûsya yên jibo şerê li Ukrayna sînordar bikin dijî Moskowê toleyên berfireh ragihandin.
Her çiqas zexta li ser Moskowê didome jî aborîya Rûsî jiber toleyan hilneweşî heta niha.
‘’Divê bandora toleyên aborî hebe. Lê jibo Rûsya rewş ne wisa ye’’ Baerbock got.
Wê got ku wan dîtîye ku bi tole û tedbîrên pêşketî ew nikarin dawî li şer bînin.
Wezîra Alman dîyar kir ku hişmendîya demokrasîyê li otokrasîyan kar nake.
Washington û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de piştgirî didin Kîevê.
Rûsya dibêje ew piştgirî bi tenê girjîyê gur dike û dîyar dike ku dewletên Rojavayî nikarin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.
Jêder: AFP